‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’ 2023-02-04 16:31:54   WAN - Parêzerê OHD’î Umît Dede diyar kir ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re zextên li ser civakê zêde bûne û bi lêv kir ku ji bo tiştên di 8 salan de dîsa qezenc bikin divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê bi 2’yemîn Lijneya xwe ya Awarte rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Ekîn Yeter a OHD’î ku di kongreya gelek kes tev li bûn de axivî, têkoşîna komeleyê vegot.    Umît Dedeyê OHD’î jî diyar kir ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re zextên li ser civakê zêde bûne û wiha got: “Em ji xwendina peyamên ku Birêz Ocalan beriya tecrîdê dan, kêm man. Ev bangên Ocalan bi cih nehatin anîn. Di dawiya dawî de hewldaneke darbeyê hat kirin û hikûmetê ev yek weke pîroziyekî bi kar anî. Ocalan diyar kir ku wê şerek çêbibe û me ev jî tecrube kir. Di 8 salên dawî de her tiştên me winda kirin, li Îmraliyê ku polîtîkaya tecrîdê lê hate meşandin, me winda kir. Ji bo ku van dîsa qezenc bikin divê tecrîda li Îmraliyê were şikandin.”   ‘EM JI BO CIVAKEKE DEMOKRATÎK DIXEBITIN’   Hevseroka Şaxa OHD’a Wanê Ebrû Demîrtepeyê jî destnîşan kir ku weke komele ji bo civakeke azadîxwaz û demokratîk dixebitin û wiha got: “Em di vê serdemê de gelek pirsgirêkan dijîn. Bi taybetî tecrîdê dijîn. Birêz Abdullah Ocalan 24 sal in di bin tecrîdeke mezin de ye û 23 meh in agahî jê nayên girtin. Mafên ku bi qanûnan hatine diyarkirin ji bo Birêz Ocalan nayên pêkanîn. Hemû hewldanên di vê mijarê de bê bersiv man. Li girtîgehên Tirkiyeyê gelek pirsgirêk û binpêkirinên mafan çêbûn.”   Hevserokê Şaxa OHD’a Wanê yê berê Medenî Gur jî bal kişand ser polîtîkayên bêhiqûqî ku li ser gelê kurd tên meşandin. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî anî ziman ku ji ber pêvajoya siyasî ya li welat desthilatê hiqûq binpêkiriye.     HEVSEROKÊN NÛ HATIN HILBIJARTIN    Di hilbijartina ku bi yek lîsteyê pêk hat de Mehtap Işik û Mûrat Ozçîçek weke hevserokên komeleyê hatin hilbijartin.