Riza Turmen: Tirkiyeyeke bêyî HDP’ê ne pêkan e 2023-02-05 11:38:56 STENBOL – Dadgerê DMME’yê berê Riza Turmen diyar kir ku heke HDP were girtin dê ev biryar ji DMME’yê vegere û wiha got: “Tirkiyeyeke bêyî HDP’ê ne pêkan e. Demokrasiyeke bêyî HDP’ê ne pêkan e. Di vê mijarê de HDP şensek e.”    Dozger Bekir Şahîn ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 4’ê hezîrana 2020’an de tayîn kiribû, di 17’ê adara 2021’an de bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) doz vekiribû. Ji ber kêmaniyên di îdianameyê de, AYM’ê di 31’ê adara 2021’an de bi piraniya dengan red kiribû. Li ser vê yekê jî Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Şahîn, di 7’ê hezîrana 2021’an de dîsa doz vekir. AYM’ê jî îdianameya nû di 21’ê hezîrana 2021’an de bi piraniya dengan qebûl kir. Piştî ku HDP'ê pêş’arastina xwe pêşkeşî dadgehê kir, Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind di 29’ê mijdara 2021’an de nêrîna xwe ya derheqê encamê de ji dadgehê re şand. Di nêrînê xwe de xwest ku HDP bi temamî bê girtin û derheqê 687 siyasetmedaran de jî biryara qedexeya siyasetê bê dayîn.    Di demekê ku pêvajoya dozê didomiya de îcar Şahîn di 19’ê kanûna 2022’yan de ji bo bloqekirina hesabên alîkariya xizîneyê yên HDP’ê serlêdan kir. AYM’ê têkildarî daxwazê di 5’ê çileyê de biryar da û ji bo hesabên alîkariya xizîneyê yên HDP’ê biryara bloqekirina demkî da. HDP’ê ji bo betalkirina biryarê îtîraz kir lê ev serlêdan di 26’ê çileyê de hate redkirin û biryar hate dayîn ku partî di 14’ê adarê de parastina xwe bike.    Dadgerê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê berê Riza Turmen têkildarî doza girtina HDP’ê û tiştên di vê pêvajoyê de qewimîne bi ajansa me re axivî.    ‘DÊ JI DMME’YÊ VEGERE’   Turmen bal kişand ser hewldanên girtina HDP’ê û wiha got: “Di demên berê de jî partiyên ku nûnertiya kurdan dikirin hatin girtin. Di vê çarçoveyê de 4-5 doz li DMME’yê hene. DMME’yê ji bo tevekan jî biryara binpêkirinê da. Ji ber ku weke rêgezek, partiyên siyasî nayên girtin. Ji bo girtina wan, li hêmaya teşwîqkirina tundiyê digerin. Gelo ev heye yan na? Partiyên siyasî ji bilî tundiyê dikarin her tiştekî bibêjin. Ji bo girtina partiyên siyasî, divê bernameyeke li dijî demokrasiyê hebe. Lewma jî nabe ku partî were girtin. Heke HDP were girtin, dê ev biryar ji DMME’yê vegere.”   ‘DÊ LI DIJÎ DEMOKRASIYÊ DERBEKÎ GIRAN BE’    Bi domdarî Turmen got ku girtina HDP’ê dê derbekî giran li demokrasiyê bixe û wiha domand: “Bi taybet jî heke beriya hilbijartinê be. Dê ev yek, rewabûna wê hilbijartinê ji holê rake. HDP dê çima were girtin? Tevahiya îdiayên tên kirin, di biryara DMME’yê ya derheqê Selahattîn Demîrtaş de hene. DMME dibêje ku divê Demîrtaş tavilê were berdan û girtina wî weke binpêkirin diyar dike. Heman îdiayan niha jî bo HDP’ê dikin. Ji bo van îdiayan jixwe biryar hatiye dayîn. Divê dev ji vê daxwaza girtina partiyan berdin. Tiştekî li dijî demokrasiyê ye. Girtina duyemîn mezintirîn partiya muxalefetê ya Tirkiyeyê, dê derbekî giran li demokrasiyê bixe. Ne bawerim hilbijêrên HDP’ê dengê xwe bidin partiya ku partiya wan girtî ye. Dê kurd pir hêrs bibin.”    ‘DÊ TIRKIYE WINDA BIKE’   Di berdewamê de Turmen destnîşan kir ku HDP dê bê alternatîf nebe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya niha jî wisa bû. Lewma girtina HDP’ê dê bi kêrî tu kesî neyê. Tenê dê ziyan bigihe demokrasiyê. Dê Tirkiye winda bike. Ev xelet e. Hûn alîkariya xizîneyê qut dikin û piştre nêrînê jê dixwazin. Ma tiştekî wiha dibe? Ev dişibe vê rewşê; hûn di dozê de ji ewil kesekî mehkûm dikin û piştre parastinê jê dixwazin. Ma tiştekî wiha eletewş dibe? Tu eleqeya vê bi hiqûqê re nîne.”    ‘TIRKIYEYEKE BÊYÎ HDP’Ê NE PÊKAN E’   Turmen, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwazin HDP’ê weke dijmin nîşan bidin. Bi vê yekê re jî dixwazin ji çavê gel bixin. Bi polîtîkayên ewlehiyê re ji mijara çareserkirina pirsgirêka kurd dûr ketin. Gelo heke HDP nebe hûn dê pirgirêka kurd çawa çareser bikin? Tirkiyeyeke bêyî HDP’ê ne pêkan e. HDP di vê mijarê de şensek e. Heke hûn bixwazin têkoşîna çekdarî bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi rêya aştî û siyasetê çareser bikin, wê demê dê bêyî HDP’ê çawa çareser bikin? Di vê mijarê de HDP hêmayeke sereke ye û heke HDP nebe jî kesek nikare di hilbijartinê de bi ser keve.     Tifaqa Milet dibêje ku armanca wan demokrasî ye. Erê baş e heta hûn pirsgirêka kurd çareser nekin dê demokrasiyê çawa bînin? Demokrasî tenê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dibe. Pirsgirêka kurd jî bi demokratîkbûnê dibe. Her du girêdayî hev in. Heke hûn HDP’ê bigirin dê ev firsend ji destê we biçe. Ev yek tiştekî bi aqilane nîne û ziyanê dide her kesî. Komareke demokratîk pêkan e. Vê jî gel bi xwe dikare bike. Ev yek jî heke gel xwedî li demokrasiyê derkeve dibe. Ev yek bi meclisên gel dibe. Divê ji jêr ber bi jor ve be. Divê gel bikeve nava siyasetê. Heke gel xwe bi xwe biryaran bide, hewcehî bi partiyên siyasî namîne.”   MA / Mehmet Aslan