Ozguneş: Tifaqa Ked û Azadiyê hêviya gelan e 2023-02-05 13:30:27   ŞIRNEX- Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş di kongreya DBP’ê ya Silopiyayê de axivî û wiha got: “Tirkiye ji her alî ve xitimî ye. Tekane hêvî, Tifaqa Ked û Azadiyê ye.”    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma “Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve” li navçeya Silopiya ya Şirnexê kongreya xwe li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş, rêxistinên DBP’ê yên navçeyan, Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, aktivîstên TJA’yê, MEBYA-DER û gelek welatî tev li kongreyê bûn. Kongre li Eywana Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz a li avahiya HDP’a Silopiyayê hate lidarxistin.   Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî endamê Partiya Meclisê ya (PM) DBP’ê Kadîr Kunur axivî. Kunur, diyar kir ku ew xwe li dijî polîtîkayên tesfiyekirinê xwe birêxistin dikin, ew bêhtir bihêz dibin û xebatên xwe mezintir dikin. Kunur, got ku kongre ji bo serkeftina wan gavên girîng in.    ‘DEWLET TÊK ÇÛYE’   Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr jî diyar kir ku gelê kurd li dijî hemû êrişan têkoşîneke bêhempa dide û ev tişt anî ziman: “Em di qonaxên dîrokî de derbas dibin. Gelê kurd li her derê tevî hemû şert û mercan jî têdikoşe. Gelê kurd mohra xwe li dîrokî dide. Gelê me li hemberî faşîzma AKP’ê û MHP’ê li berxwe dide. Em ê tekoşîna xwe berfirehtir bikin. Gava ku em hatin me sozek da û me got em ê têbikoşin. Li hemberî zimanê me û nasnameya me bêtehemûliyeke gelek mezin heye. Lê belê gelê kurd bi têkoşîna xwe her planên wan vala derxistin. Em di her şert û mercan de têkoşîna xwe mezintir dikin. Ev sedsal dê bibe sedsala gelê kurd. Ji ber ku hêza çareseriyê ye. Dewlet êdî têk çûye. Nikarin vê têkoşînê tune bikin. Zilm li ku be em ê li wir li dijî wê bin û azadiyê ava bikin. Îro tecrîda li ser Ocalan li her girtîgehan belav bûye. Ev tecrîd berdewamiya komployê ye. Em ji gelê xwe bi bawer in ku wê bi mezinkirina têkoşînê bersiv bide êrişan.”    ‘ HÊVÎ TIFAQA ME YE’   Piştre jî Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Ozguneş, wiha domand: “Em di nava têkoşîneke bêhempa de ne. Xwestin ku bi her awayî têkoşîna gelê kurd têk bibin. Lê bi ser neketin. Ev 2 sal in li ser Ocalan dorpêç heye. Vê dorpêçê zindan hemû kirin dojeh. Pirsigirîka kurd kûrtir bû. Di AKP’ê de exlaq nema, aborî têk çû. Tirkiyeyê li her derê winda kir. Tirkiye ji her alî ve xitimî ye. Hêvî li ku heye, hêvî tifaqa me ya ked û azadiyê ye. Hêza demokrasiyê em in. Bi roja ye ji bo ku dorpêça li ser Ocalan rabe me çalakiyek da pêşiya xwe. Gelê Botanê di her pêvajoyan de barê giran da ser milê xwe em bi hêvî ne ku di vê meşê de jî dê tişta ku dikeve ser milê wê bike.”    Piştî axiftinan rapora maliye û faaliyetê hate xwendin.    Emîne Ozek û Reşît Azma weke hevserok hatin hilbijartin.