Piştî erdhejê banga alîkariyê ya navneteweyî hate kirin 2023-02-06 07:25:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî erdheja bi pileya 7,4 ku navenda wê navçeya Pezercix a Mereşê û ya bi pileya 6,5 ku navenda wê Dîlok bû, ji bo alîkariyê banga navneteweyî hate kirin.    Yek bi pileya 7,4 ku navenda wê navçeya Pezercix a Mereşê û yek jî bi pileya 6,5 ku navenda wê Dîlok bû, du erdhejên mezin pêk hatin. Erdhejên ku li pey hev çêbûn, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê hatin hîskirin.    Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu têkildarî erdheja ku li gelek bajaran hate hîskirin û rê li ber hilweşîneke mezin vekir peyamek parve kir û banga alîkariya navneteweyî kir.    Her wiha AFAD’ê jî ji bo hemwelatiyan ev agahî da: “Peywendiya xwe bi rêya peyamên kin anku SMS’ê û li ser bantên înternetê bikin. Ji bilî rewşên jiyanî, li ser telefonê hevdîtinê nekin.”