Li Meletiyê 140 avahî hilweşiyan, 23 kesan jiyana xwe ji dest dan 2023-02-06 07:52:44   MELETÎ - Li Meletiyê di encama erdehejê de herî kêm 140 avahî hilweşiyan, 23 kesan jiyana xwe ji dest dan û 420 kes jî birîndar bûn.    Li navçeya Pezercix a Mereşê bi pileya 7,8 û li Dîlokê jî bi pileya 6,5 erdhej çêbû. Bîlançoya erdhejê her ku diçe girantir dibe. Yek ji bajarên ku erdhejê herî zêde bandor lê kirî Meletî ye. Li gorî agahiyên destpêkê, heta niha herî kêm cenazeyên 23 kesan ji bin xerabeyên avahiyan hatine derxistin. Têkildarî mijarê Walîtiya Meletiyê daxuyanî da û da zanîn ku herî kêm 140 avahî hilweşiyane. Walîtiyê diyar kir ku cenazeyên 23 kesan di bin xerabeyan de hatine derxistin. Her wiha 420 kesên birîndar jî hatin rizgarkirin. Xebatên lêgerînê yên li ser xerabeyên avahiyan berdewam in.