Li Elbîstanê 6 avahî hilweşiyan 2023-02-06 08:15:18   MEREŞ  - Li gor agahiyên destpêkê li navçeya Elbîstanê 6 avahî hilweşiyane û 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.    Ji ber erdheja li navçeya Bazarcix a Mereşê (7.4 pile) û ya li Dîlokê (6.5 pile), li Bazarcixê xetên telefonê qut bûn. Pêwendî bi navçeyê re nayê danîn.    Li gor agahiyên destpêkê li navçeya Elbîstanê jî 6 avahî hişweşiyane û 2 kes jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.