‘Divê her kes destê piştgiriya edaletê dirêjî Malbata Şenyaşar bike’ 2023-02-06 09:37:51 RIHA- Sekreterê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê parêzer Ahmet Taş anî ziman ku çalakiya edaletê ya Malbata Şenyaşar 700 roj li pey xwe hişt û got: “Ji bo daxwaza malbatê bi cih were divê hemû kes destê xwe yê piştgiriyê dirêj bike.”    Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz beriya Hilbijartina Giştî di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li dijî dikana Malbata Şenyaşar êriş pêk anîn. Êrişê ji dikanê heta ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê berdewam kiribû. Di êrişa li ser dikanê û ber nexweşxaneyê de Hecî Esvet Şenyaşar û lawên xwe Celal û Adil Şenyaşar bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du lawên wê hatine qetilkiirn bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirine.    Çalakiya malbatê 700 roj li pey xwe dihêle û li gel ewqas dem bi ser re derbas dibe jî lê heta niha jî daxwaza edaletê ya malbatê nehatiye qebûlkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ku derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin û dosyeyê dozê weke, “dikanê” û “nexweşxanê” ji hev cuda kiribû. Tevî ku parêzerên malbatê gelek caran li dijî vê biryarê rabûn jî ew biryar heta 9’ê kanûna 2022’yan nehat xirakirin. Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê ew biryar xera kir û biryar da ku her du dosye bibin yek.    ‘DELÎLÊN GIRÎNG DI ÎDIANAMEYÊ DE NEHATINE NIVISANDIN’     Sekreterê Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê parêzer Ahmet Taş ku yek jî parêzerê malbata Şenyaşar e derbarê dozê û çalakiya malbatê de axivî û anî ziman ku îdianame gelek dereng hatiye amadekirin û got: “Îdanameya ku hatiye amedkirin jî yek alî ye û ji bo parastina malbata Yildiz hatiye amadekirin. Di îdianameyê de daxwaza malbatê hatiye paşguhkirin. Îdianame alîgiriya malbata Yildiz dike. Gelek delîlên girîng di vê îdianameyê de cih negirtin. Weke mînak derbarê dimenên kameraya nexweşxaneyê de tiştek nehatiye nivisîn. Dîsa şahidên bûyera nexweşxanê, polîs, bijîşk û girtekên polîsan di îdanameyê de nehatine nivîsandin.”   ‘GEF LI MALBATA ŞENYAŞAR TÊN XWARIN’   Taş destpêka çalakiya malbata Şenyaşar bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Darizandinên ku di dadgehê de pêk hatin hemû ji bo parastina parlamenterê desthilatê bû. Piştî van darizandinan malbata Şenyaşar ji bo edalet pêk were dest bi çalakiya nobeda edaletê kir. Çalakiya malbatê 700 roj li pey xwe hişt lê tevî van 700 rojan jî ji bo edalet pêk were bi qasî serê derziyê daxwazek nehatiye qebûlkirin. Saziyên dewletê li şûna ku li daxwazên malbatê guhdar bikin, lê bi cezakirinê gef li malbatê dixwin. Di vê pevajoya 700 rojên çalakiyê de nêzî 30 lêpirsînan li dijî malbatê hatine destpêkirin û hin ji wan veguherîne dozan. Gelek caran polîs gefan li malbatê dixwe. Xwestin bi malbatê paşve gavan bidin avêtin lê malbat bi biryardarî û bi hêztir çalakiya xwe ya edaletê domand.”   ‘DIVÊ KER KES PIŞTGIRIYA MALBATA ŞENYAŞAR BIKE’    Taş destnîşan kir ku ji bo daxwazên malbatê bi cih werin divê hemû sazî, rêxistinên sivîl û aktîvîstên mafên mirovan bêhtir xwedî li çalakiya malbatê derkevin û ev bang kir: “Ji bo daxwazên malbatê bi cih werin divê hemû kes destê xwe yê piştgiriyê dirêj bike. Me jî weke Baroya Rihayê daxwaz kir ku em jî tev li doza malbatê bibin lê dadgehê ew daxwaza me nepejirand. Lê em dê weke çavdêrî dozê bişopînin û daxwazên malbatê bînin ziman. Weke her tim em dê her roj serdana çalakiya malbatê ya li ber edliyeyê bikin. Em dê bi piştgiriya xwe nîşan bidin ku Malbata Şenyaşar ne bi tenê ye.”   MA / Mahmût Altintaş - Omer Akin