Pervîn Buldan: Dilê me bi herêma erdhejê re ye 2023-02-06 09:46:52   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan piştî erdheja li Kurdistanê ev peyam parve kir: “Êşa me pir giran e. Dilê me bi herêma erdhejê re ye.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan têkildarî erdheja bi pileya 7.4 a li navçeya Bazarcix a Mereşê û ya bi pileya 6.5 a Dîlokê, li ser medyaya civakî peyamek parve kir. Buldan, ji bo pêçana birînan banga piştevaniyê kir û wiha got: “Êşa me gelek giran e. Dilê me bi herêma erdhejê re ye. Em piştevaniyê mezin bikin û birînên xwe bipêçin.”