Navenda lêkolînê ya navenda wê li Holandayê di 3’yê sibatê de Tirkiye hişyar kiriye 2023-02-06 10:47:51   ENQERE - Derket holê ku Saziya lêkolînê ya bi navê Solar System Geometrî Survey ku ji bo şopandina geometriya navbera cismên asîmanan ên têkildarî aktîvîteya sîsmîk ava bûye, di 3’yê sibatê de di mijara erdhejê de Tirkiye hişyar kiriye.    Saziya lêkolînê ya bi navê Solar System Geometrî Survey ku ji bo şopandina geometriya navbera cismên asîmanan ên têkildarî aktîvîteya sîsmîk ava bûye, di 3’yê sibatê de di mijara erdhejê de Tirkiye hişyar kir. Enstituya li ser twîtterê hişyarî kir diyar kir ku di navbera 4 û 6’ê sibatê de wê erdhejeke bi pileya 6’an bilindtir rû bide.    Lêkolînerê Hollandî Frank Hoogerbeets ku li saziyê weke pisporê erdhejê dixebite roja 3’ê sibatê li ser Twîtterê ev hişyarî da: “Zû yan jî dereng wê li Tirkiyeya Başûr-Navîn, Urdun, Sûriye, Lubnanê erdhejeke bi dijwariya 7,5 pileyî rû bide.”   Sooner or later there will be a ~M 7.5 #earthquake in this region (South-Central Turkey, Jordan, Syria, Lebanon). #deprem pic.twitter.com/6CcSnjJmCV — Frank Hoogerbeets (@hogrbe) February 3, 2023