Nûçegihana JINNEWS’ê Yildiz hate binçavkirin 2023-02-06 10:48:15   ÎZMÎR - Nûçegihana JINNEWS’ê Nazlican Yildiz û rêveberê HDP’ê Mûrat Tufan di encama serdegirtinên malan ên li Îzmîrê de hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan li Îzmîrê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de nûçegihana JINNEWS’ê Nazlican Yildiz û rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmîre Mûrat Tûfan hatin binçavkirin. Yildiz û Tufan birin Şaxa TEM’ê ya Çankayayê. Nehat zanîn bi kîjan sedemê hatine binçavkirin.