Demîrtaş ji bo erdhejê daxuyanî da: Roj roja piştevaniyê ye 2023-02-06 10:48:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Selahattîn Demîrtaş ê têkildarî erdheja ku navenda wê Mereş e daxuyanî da wiha got: “Roj roja piştevaniyê ye. Em ê birînên xwe bi piştevaniyê bipêçin.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş têkildarî erdheja ku navenda wê Mereş û Dîlok e û bandor li gelek bajaran kir û bû sedemê hilweşîna gelek malan û mirinan li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyanî da. Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye wiha got: “Roj roja piştevaniyê ye. Em ê birînên xwe bi piştevaniyê bipêçin. Em gelek gelek xemgîn in. Em hemû di bin xirbaye de. Gelek gelek derbasî, serê me sax be. Aqlê me dilê me rihê me bi we re ye. Emanetî Xudê bin.”