Platforma Bajêr a Amedê qadên komkirinê parve kirin 2023-02-06 11:18:31   AMED - Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr a Amedê qadên ku gel bikare li bajêr lê kom bibin parve kirin.    Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr a Amedê ya ji ber erdehejê maseya krîzê ava kir, qadên ku gel bikare lê kom bibin diyar kirin. Di daxuyaniya ji maseya krîzê hate kirin de banga ku li qadên komkirinê bisekinin hate kirin. Maseya krîzê ku banga hişyariyê kir xwest her kes ji tîmên xelaskirinê re bibin alîkar. Qadên ku Platforma Bajêr parvekirine wiha ne:    “* Navçeya Rezanê; Parka Koşûyolûyê, Parka Korhat, Batikent, Parka Newrozê.   * Navçeya Rezanê: Qada Bajêr, Park 75, Parka Tema, Park Orman a li aliyê Dîclekentê, Stadyuma Amedê, Kompleksa amedsporê ya li Talaytepeyê, Korta Tenîsê ya 75’ê û Kompleksa Sporê ya Şehît Gulser.    * Navçeya Sûrê; Qada Şêx Seîd.    * Navçeya Yenîşehîrê; Eywana Dawetê ya Demîrokê, Anit Park, Parka Tokiyê ya Seyrantepeyê, Kompleksa Sporê ya Seyrantepeyê û Sumer Park.”