Li Êlih, Çewlig, Sêrt, Dêrsim û Xarpêtê di avahiyan de xesar çêbû 2023-02-06 12:35:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Bajarên Çewlig, Sêrt, Êlih, Dêrsim û Xarpêtê jî di bin tesîra erdhejê de man û hat zanîn ku mirî tune ne û nexweşxane jî di nav de li gelek avahiyan xesar çêbûye.    Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileya 7,4 erdhej pêk hat. Erdhejê bandora xwe li ser gelek bajarên bakurê Kurdistanê kir. Li avahiyek du qatî ya li taxa Raman a Êlihê xesar pêk hat. Tîmên AFAD’ê derdora avahiyê girtin. Avahiya Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê jî di nav de di gelek avahiyan de xesar çêbûye.    Li Xarpêtê jî dijwariya erdhejê hat hîskirin. Di avahiya Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê de xesar çêbû û hin dîwarên wê derizîn û li bajêr gelek avahî xesarê dîtine.    LI HIN GUNDÊN ÇEWLIGÊ DI XANIYAN DE XESAR ÇÊBÛYE    Waliyê Çewligê jî daxuyanî da û diyar kir ku îxbarek cidî ya ji wan re nehatiye û tenê li yek du avahiyan xesar çêbûye. Li 8 gundên bi ser navçeya Darahênê ya Çewligê ve xaniyên xelkê xesar dîtin.    Li Dêrsim û Sêrtê jî xelk ji ber tirsa erdhejê şeva xwe li derva derbas kir. Li van her du bajaran jî di hin avahiyan de xesar çêbû. Bi dijwariya erdhejê re li hin gundan xesar çêbûye û hat zanîn ku mirî tune ne.