Li Hatayê 520 kesan jiyana xwe ji dest da 2023-02-06 20:55:04   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Hatayê ku 520 welatiyan jiyana xwe ji dest da, hê jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê nekirine. Şaredar û parlementer ji bo alîkariyê bang kirin. Li Hatayê ku bandor ji erdheja li Mereşê wergirt, texrîbat û ziyaneke mezin rû daye. Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay daxuyand ku li Hatayê 520 kes jiyana xwe ji dest dane û 700 kes jî birîndar bûne. Li bajêr heya niha hezar û 278 avahiyên hilweşiyayî hatine tespîtkirin. Her wiha heya niha tu alîkarî negihaştiye bajêr. Parlementerê CHP’ê yê Hatayê Sekan Topal ku li herêma erdhejê ye, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal got: “Niha rewşa Hatayê pir xirab e. Nizam ez ê çawa bibêjim. Dixwazim ji hemû şaredarên me re bibêjim, bi taybetî betanî, kon û zexîre lazim in. Baran nasekine, tim dibare. Di bin kavilan de welatiyn me hene. Pêdivî bi ekîbên karibin din ava kavilan de lêgerînê bikin heye. Îşev avahiyeke ku mirov lê razên tune ye. Antakya, Kirikhan, Defne, Samandag û Îskenderûn serobino bûne. 14 saet in tu ekîb neçûne Samandag û Defneyê. Ekîbek hat Antakyayê.” 'AFAD TUNE YE’ Her wiha Şaredarê Defneyê Îbrahîm Guzel jî di bernameyeke televîzyonê de got: “Ji AFAD’ê peywirdar tune ne. Em bi hewldana xwe hin tiştan dikin. Niha dinya pir sar e. Pirsgirêka me ya hêwirdandinê heye. Firin girtî ne. Dikan û market girtî ne. Ji bo zarokan xwarin kêm e. Avahiyên nû jî derz li wan ketine, êdî kes nikare di wan de bimîne. Em nebaş in, qet nebaş in. Gelek mirov di bin kavilan de ne. Em nizanin bê ka sax in an mirî.” PIRSGIRÊKA GIHANIYÊ Li taxên Armûtlû û Cebraîlê yên navçeya Antakyayê gelek avahî xera bûne û xwegihandina herêmê ne pêkan e. Li herêmê ceryan, gaz û av hatine qutkirin û rê ji ber kavilên avahiyan hatine girtin. Ekîbên rizgarkirinê jî ancax piştî çend saetan gihaştin herêmê.