Li Semsûrê welatî di bin kavilan de mane: Xebatên rizgarkirinê tune ne 2023-02-07 00:55:16   SEMSÛR – Li Semsûrê ku bandor ji erdhejê girtiye, xebatên rizgarkirinê nehatine destpêkirin. Li bajarê ku bi sedan welatî di bin kavilan de ne, gel bi derfetên xwe xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi rê ve dibe.    Li Semsûrê ku bandoreke mezin ji erdheja li Bazarcixa Mereşê û Dîlokê wergirt, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine destpêkirin. Li bajêr ku bi sedan avahî lê hilweşiyaneî gel bi derfetên xwe xebatên rizgarkirinê bir ê ve dibe. Din ava rojê de bi dehan kes ji bin kavilan hatine derxistin û tê gotin ku hê jî bi sedan kes di bin kavilan de ne.    XEBATÊN RIZGARKIRINÊ TUNE NE   Çendî di ser erdhejê re gelek wext derbas bûye jî, heya niha ekîbeke rizgarkirinê jî nehatiye kirin û ji berk u ekîbên şaredariyê kêm in, hê neçûne gelek taxan. Li bajêr ceryan qut bûye. Her wiha şebekeyên telefonê nakişînin û înternet tune ye. Welatî nikarin xwarinê peyda bikin.   KON Û SOTEMENÎ TUNE NE     Hema bêje di hemû xaniyan de xesar çêbûye. Welatiyên ku nikarin biçin malên xwe li kuçeyan agir pêxistine û xwe germ dikin. Tîmên AFAD û Kizilayê nehatine bajêr û pirsgirêka kon û sotmeniyê jî heye.    Welatiyên li taxa Cumhûrîyetê li Eywana Dawetê ya Hîsarê kom bûne û li taxên Yenîmahalle, Yeşîlyurt, Kayalik, Turgutreîs, Bahçelîevler, Bahçecîk, Mîmar Sînan, Karapînarê welatî bi derfetên xwe welatiyên di bin kavilan de mane hewl didin rizgar dikin. Welatî li kuçeyan disekinin.   DI BIN KAVILAN DE PEYAMAN DIŞÎNIN    Li bajêr bi welatiyên ku di bin kavilan de mane peyaman ji xizmên xwe re dişînin û bi dehan kes li bnda rizgarkirinê ne. Bajarê Semsûrê ku terkî çarenûsa xwe htiye kirin nayê zanîn ku wê kengê xebat lê bên destpêkirin.   Parlamenterên HDP’ê Abdullah Koç, Şevîn Coşkun û Kemal Bulbul hatin bajêr û serdana xelkê bajêr dikin.   MA / Ahmet Kanbal