Li Amedê 2 kes ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin 2023-02-07 01:00:33   AMED - Welatiyên bi navên Bariş Dogan û Îdal Dogan ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin. Li Amedê ku bandoreke giran ê erdhejê li ser çêbûbû, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 49 û herî kêm 562 kes jî birîndar bûn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in. Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li ser xerabeyên apartmana li Cadeya Sento ya li Rezanê de welatiyên bi navên Bariş Dogan û Îdal Dogan hatin rizgarkirin. Welatiyên hatin rizgarkirin birin nexweşxaneyê.