Li navenda erdhejê du kes bi saxî hatin rizgarkirin 2023-02-07 01:10:36   MEREŞ – Li navenda erdhejê Bazarcixê, di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de yên piştî çend saetan dest pê kirin, yek jê zarok du kes bi saxî hatin rizgarkirin. Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê ku navenda erhejê ye, di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de yên çend saetan dest pê kirin, du kes bi saxî hatin rizgarkirin. Di xebatên lêgerînê de yên li Apartmana Demîroglûyê ya li Bûlwara Kartalkayayê, saet li dor 00.25’an zaroka bi navê Sumîna Yilkici û Tûrgay Yilkici yê 43 salî bi saxî hatin rizgarkirin. Gava Sumîna ji bin kavilan hat derxistin, xizmên wê jê pirsîn “Sumîna tu baş î?” Sumînayê got, “Baş im.” Sumîna ku bi sedyeyê hat derxistin, tevî Tûrgay Yilkici yê 43 salî ji bin heman kavilê hatin rizgarkirin. Li kavilan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di bin baraneke dijwar de didomin. Her wiha dane êvarî wesayîta operatora mobîlê hat navçeyê û bi vê re li navçeyê pêwendîdanîn hel bû. Kizilayê jî 3 TIR’ên alîkariyê şandin navçeyê. Li navçeyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. MA / Abdurrahman Gök - Azad Altay