71 kesên di erdhejê de birîndar bûn birin Enqere û Stenbolê 2023-02-07 01:37:42   NAVENDA NÛÇEYAN - 71 welatiyên ji bin xerabeyên avahiyan hatin rizgarkirin, sewqî nexweşxaneyên Enqere û Stenbolê hatin kirin. Yek ji bajarên herî zêde ji erdheja Bazarcix a Mereşê bibandor bûy jî Semsûr e. 45 welatiyên ji bin xerabeyên avahiyan hatin rizgarkirin, bi balafira leşkerî re sewqî Stenbolê hatin kirin. Welatiyên ku li nexweşxaneyên cuda yên bajar hatin sewqkirin, tên tedawîkirin. Di heman demê de 26 welatiyên anîn Enqereyê jî li Nexweşxaneya Bajar a Etlîkê tên tedawîkirin.