Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 379 kes 2023-02-07 01:53:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn derketiye 2 hezar û 379’an. Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bilançoya dawî ya erdhejê eşkere kir. Oktay, da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn derketiye 2 hezar û 379’an, hejmara birîndaranbû 14 hezar û 483, 7 hezar û 840 kes ji bin xerabeyan hatine rizgarkirin û 4 hezar û 758 avahî jî hilweşiyan e. LI SÛRIYEYÊ 711 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN Wezareta Tenduristiyê  ya Sûriyeyê da zanîn ku di encama erdhejê de 711 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî hezar û 431 kes jî birîndar bûne.