Madenvanên ji Somayê çûn herêma erdhejê 2023-02-07 02:41:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Madenvanên ji Somayê bi mebesta tevlibûna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê çûn herêma erdhejê. Li Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7’an erdhej çêbû. Erdhejê bandoreke giran li Dîlok, Semsûr, Riha, Meletî, Edene û Osmaniyeyê kir. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin, di encama erdhejê de 4 hezar û 758 avahî hilweşiyan, 2 hezar û 379 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 hezar û 483 kes jî birîndar bûn. Heta niha 7 hezar û 840 kes jî ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in. Madenvanên ji Somayê bi mebesta tevlibûna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, ber bi herêmên erdhejê ve ketin rê. 60 madenvanên ku gotin; “Çawa ku Tirkiye bi salan berê ji bo piştgiriya bi xelkê Somayê re ketibe nava hewldanê, weke madenvanên Somayê em jî ji bo piştevaniyê diçin herêma erdhejê.” ji Îzmîrê ber bi Osmaniyeyê ve ketin rê.