Nîviya Islehiyeyê tune ye! 2023-02-07 02:48:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahîn têkildarî bilançoya erdhejê de axivî û got ku nîviya navçeyê Islehiyeyê ku 60 hezar nifûsa wê heye tune bûye. Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahîn têkildarî bîlançoya erdhejê axivî. Şahîn têkildarî bîlançoyê wiha got: “Min karesateke wiha nedîtiye!” Bi domdarî Şahîn bal kişand ser texrîbata li navçeya Islehiye ya Dîlokê û ev tişt anî ziman: “Navçeya Islehiyeyê ku 60 hezar nifûsa wê heye, niha nîviya wê tune ye. Min karesateke wiha nedîtiye.”