Li Sergolanê bi pileya 5,6 erdhej çêbû 2023-02-07 09:10:49   SEMSÛR - Li navçeya Sergolan a erdhej çêbû û gelek avahî hilweşiyayî di saetên serê sibê de bi pileya 5,6 erdhejeke din çêbû.    Li Mereşê duh bi pileya 7,7 û 7,6 du erhejên mezin pêk hatin. Yek ji bajarekî ku herî zêde ji vê erdhejê bi bandor bû jî navçeya Sergolan a Semsûrê bû. Li Sergolanê di saetên serê sibê de erdhejeke din çêbû. Li gorî Rasatxaneya Kandîllî li navçeyê saet di 06:13’an de bi pileya 5,6’an erdhejeke din pêk hat.    Erdheja ku li kurahiya 2,3 kîlometreyan pêk hat, li bajarên derdorê jî hat hîskirin. Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Afatê ragihand ku mezinahiya erdejê 5,3 ye.