Meletî: Em bi tenê hatine hiştin 2023-02-07 10:02:09   MELETÎ - Hêviya herî mezin a gelên Meletiyê, destên xwe yên ku dewlet guh li wan nake germ bikin û bi silametî bigihên sibehê.    Ji bajarên ku herî zêde bandor ji erdheja Bazarcixa Meletiyê û Dîlokê girtine yek jê jî Meletî ye. Meletî di erdhejê de bi tenê hatiye hiştin. Duh danê sibehê Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay daxuyandibû ku li bajêr 45 kes jiyana xwe ji dest dane û 550 kes birîndar bûne û zêdetirî 300 avahî hilweşiyane.    Li navçeya Çermiktiyê ku herî zêde xisar ji erdhejê dîtiye, di şeva ewil de em bûn şahidê nerazîbûna gel. Gel got: "AFAD li ku ye?   MJELETÎ BI TENÊ HATİYE HIŞTIN   Gava em gihaştin bajêr, li pansiyoneke navçeya Çermiktiyê xebatê lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kirin. Welatiyên ku tevî berfê û sir û seqemê li benda derxstina xizmên xwe yên di bin kavilan de bûn, gava çav bi kamerayan ketin yekser gotin: "Em bi tenê hatine hiştin." Karkerekî inşeatê yê ji Mêrdînê ku ji danê sibehê li benda derxistina apê xwe û hevjîna wî ya di bin kavilan de bû, ji bo behsa hesinên di stûnên pansiyonê de bike ku nikarin avahiyê hilgrin hat cem me, cendirmeyekî yekser got: "Dîsa ji amûrên avahiyê çirpandine."    AGAHÎ TUNE NE!    Welatîyên ku li kuçe û kolanên Meletiyê xebatên rizgarkirin û lêgerînê dişopandin, bi derfetên xwe konên xwe ava kirine. Welatiyan destnîşan kir ku haya wan ji deverên kombûnê yên ji aliyê şaredarî û walîtiyê ve hatine organîzekirin tune ye. Şêniyên taxê ku agir vêxistibûn û li dor kom bûbûn, bilêv kirin ku pirsgirêka herî mezin peydekirina zexîre ye. Şênî li ber avahiyên xesardîtî şeva xwe derbas dikin.    Paşê em çûn Parka Emeklîleran. Me saet li dor 03.00'yê şevê serdana parkê kir. Li parkê nêzî 50 malbat hebûn û tenê du konên AFAD'ê hebûn. Mexdûrên erdhejê ji bo ku xwe ji bayê biparêzin li bin daran bi kincên zêde û şaxên daran ji xwe re stargeh çêkirin, bilêv kirin ku piştî demeke dirêj ancax tasek şorbe bi dest wan ketiye.    POTIKÊN PITIKAN Û MAMA DIXWAZE   Li Parka Emeklîleran em rastî dayika du zarokan û ducanî ketin. Tekane daxwaza dayikê potikên zarokan û mama bû.    Piştî parkê em çûn Kolana Înonuyê. Li vir em rastî çend malabatan hatin ku xwe li rawestgehên otobusan girtine û ji bo xwe jis ermayê biparêzin derdora rawestgehê bi kartonan girtine. Li hemberî wan jî bi sedan mirov di hundurê otobuseke şaredariyê de bûn...   DÊ KENGÎ DOR BÊ VAN AVAHIYAN?   Li Kolana Înonuyê 200 metre li wê deyî rawestgehên otobusan, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Li hemberî vê avahiya ku tê gotin bi dehan kes di bin kavilên wê de ne, xizmên kesên bi din kavilan de hene. Li seranserên heman kolanê bi dehan avahiyên hilweşiyayî yên hê dora lêgerînê nehatiye wan hene. Welatiyekî ku çav bi kamerayan ket, got: "Çawa biryarê didin ku dê li kîjan avahiyê dest bi lêgerînê bikin."    Piştî şeva ewil hêviya herî mezin a gelê Meletiyê, destên xwe yên ku dewlet gujh li wan nake germ bikin û bi silametî bigihên sibehê.    MA / Firat Can Arslan