Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e 2023-02-07 11:21:56   AMED - Tesîra erdhejên ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê ye bandorek mezin li ser Amedê jî kir. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li 7 avahiyên Amedê ku hilweşiyabûn berdewam dike.    Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê ku navenda erdhejê ye duh bi pileya 7.7 û 7.6 erdhejên dijwar rûdan. Erdhejê bandorek mezin li ser Amed jî kir û 7 avahiyên mezin hilweşiyan e. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li 7 avahiyên Amedê ku hilweşiyane berdewam dikin.    Li Amedê hejmara miriyan gihîştiye 50 kesî û hejmara birîndaran jî gihîştiye 600 kesî. Nayê zanîn ku çend kes di bin kavilên avahiyan de ne.    LI AVAHIYÊN KU HILWEŞIYANE REWŞA DAWΠ   * Avahiya Işik a 8 qat ku 32 daîreyên wê hene li Cadeya Sentoyê ya navçeya Rezanê ye û duh bi şev 4 kes sax hatin derxistin. Li avahiyê 8 mirî û 10 birîndar hatine derxistin.    * Xebata lêgerînê û rizgarkirinê ya li avahiya Cengîzler a li semta Tesîslera Rezanê jî berdewam dike û duh bi şev cenazeyê jina bi navê M.O. a 70 salî û 2 kesên hatin derxistin. Kesek birîndar jî hat derxistin. Ji heman malbatê 9 kes di bin kavil de ne û ji malbatê heta niha 2 kes hatine derxistin. Ji avahiyê cenazeyê jinek bi navê S. jî hat derxistin û birin nexweşxaneyê. Her wiha saet li derdora 11’an jina bi navê Zeynep Ateşogûllari birîndar hat erxistin. Avahî 7 qatî ye û 24 daîre ye.    * Ji avahiya Yoldaş a li navçeya Rezanê ku li semta Ustkoşeyê ye jî cenazeyên A.C. (55) û kurê wî M.C. hat derxistin û birin nexweşxaneyê. Tê payîn ku caneze îro li Goristana Yenîkoyê bên veşartin.    * Ji avahiya 9 qatî ya Akar a li ser Cadeya Emekê ya Rezanê jî xebata rizgarkirinê didome. Duh bi şev du hevjîn û kesek din bi saxî hatin derxistin. Cenazeyê du kesan jî hat derxistin. Ji duh heta îro cenazeyê 20 kesan ji avahiyê hatiye derxistin û 10 kes jî bi axî hatine derxistin. Tê gotin ku bi giştî 130 kes di bin kavilên avahiyê de ne.    * Ji avahiya Sozel a 9 qatî ku li ser 4 daîreyan e û li semta Ofîsê ya Amedê ye, duh bi şev 5 kes birîndarî hatin rizgarkirin. Heta niha 22 birîndar û cenazeyê 3 kesan ji bin kavilê avahiyê hatiye derxistin û kesek miriye jî zarok bûye.    * Yek ji avahiya ku nîvî hilweşiyaye û nivê din xesarek mezin lê çêbûye jî Navenda Kargehan Diyar Galeria ye û 12 qatî ye. Hat zanîn ku du bi şev 4 kes birîndar ji bin kavil hatine derxistin. Tê gotin heta niha 20 birîndar hatine derxistin û nayê zanîn ku çend kes di bin kavilê avahiyê de mane.    GEL BI HÊRS E    Malbatên ku xizmên wan di bin kavilê avahiya Sozel a li semta Ofîsê de ne li benda xeberek xêr ne û ji ber xebatên têrnekirî û xemsariya desthilatdariyê û şaredariyên di bin rêveberiyên qeyûman de bi hêrs in. Malbatên li derûdora avahiyê disekinin têkildarî xebatên li ser avahiyê tên kirin wiha gotin: “Hemin ku hûn hatine li vir pasta, borek û xwarinê bixwin, dest jê berdin em ê canên xwe ji bin kavilê derxin.”   BÊTELA POLÎSAN: WELATÎ GILÎ DIKIN    Malbatên ku li derûdora avahiya Cengîzler a li semta Tesîslerê li benda xeberek xêrê ne jî bertek nîşanî xemsariya desthilatdariyê didin. Li vir carna di navbera welatî û polîsan de rageşî diqewime. Balkêşe ku di anonsên bêtêla polîsan de anonsa, “Welatî dibêjin hûn karê xwe nakin, ji serê sibehê ve hûn borekan dixwin” hat bihîstin.    JI ERDHEJA XARPÊTÊ REVIYAN E    Mehmet Ozdemîr jî diyar kir ku ew ji erdheja Xarpêtê ya di sala 2020’yan de pêk hat hatine li Galeria bicih bûne û 8 xizmên wî di bin kavilê avahiyê de ne. Ozdemîr bertek nîşanî têrnekirina xebatên lêgerînî da û got xizmên wî bi navê Samed, Suheylan, Fatoş Serrah, Nehîr, Irmak, Serkan, Buket Ozdemîr di bin kavil de ne. Ozdemîr anî ziman ku saniyek jî ji bo wan saniyek e û bi qasî ku tê xwestinê AFAD li vir xebatê nake û xebat ji polîs û leşkeran re hatiye hiştin.    31 CENAZE LI NEXWEŞXANEYÊ NE    Li aliyê din li gorî zanyariyên li ber destan heta niha 31 cenaze rakirine Nexweşaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.    PLATFORMA PIŞTEVANIYA BAJÊR: 83 KES MIRIN E    Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê jî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku 83 kes mirin e, 19 kes bi giranî birîndar bûne û bi giştî 759 kes birîndar hene. Platformê da zanîn ku li tevahiya bajêr 23 avahî hilweşiyane û xwest ku welatî ji avahiyên bi xesar dûr bisekinin.