Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan 2023-02-07 12:17:11   ENQERE - Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay, ragihand ku di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar û 534 kes birîndar bûne.     Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay, têkildarî erdhejê bilançoya dawî aşkere kir. Oktay, ragihand ku li herêma erdhejê 3 hezar û 419 kesên di bin kavilan de mane jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar û 534 kes jî birîndar bûne.