AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan 2023-02-07 12:24:20   DÎLOK - Li Dîlokê gel ji bo xwe bigihînin xizmên xwe şeva xwe li ber kavilên avahiyan derbas kirin. AFAD'ê jî piştî 17 saetan dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin. Mexdûrên erdhejê gotin: "Xanî bi ser serê te de hilweşiayye, xema kê ye."    Erdheja Bazarcixa Mereşê ku duh çêbû, bandoreke pir mezin li bajarê Dîlokê kir. Li gor agahiyên ewil ên li bajêr, 553 avahî hilweşiyane, herî kêm 200 kes jiyana xwe ji dest dane û herî zêde navçeyên Îslahiye û Nûrdaxiyê bandor ji erdhejê girtin. Li navenda bajêr 11 avahî hilweşiyane. Welatiyên li ber kavilên Apartmana Golgelerê li benda xebereke xêrê sekinîn, bertekên xwe yên li dijî desthilatê bînîn ziman. Welatiyan got: "Bi ziman pêşengê cîhanê ye. Ka pêşengtî?"   Di erdheja li Dîlokê de hûrguliya herî balkêş jî ew bû ku welatî li stasyonên sotemeniyê ketibûn rêzê. Li bajêr ji ber ku market girtî bûn, ji bo nan û avê peyda bikin berê xwe dan market û dikanên biçûk. Welatiyên li deverên vala yên bajêr kom bûn, li dor agirê ku vêxistin şeva xwe derbas kirin.    Tê gotin ku 50 kes di bin kavilên Apartmana Golgelerê de ne. Ewilî welatiyan mudaxileyî kavilên avahiyê kirin û duh ber destê sibehê xwe gihandin 5 kesan. Hat diyarkirin ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li kavilên vê avahiyê de heya êvarî tu kes nehatine rizgarkirin û dîtin.    Apartmana Golgelerê duh serê sibehê saet di 04.17'an de hilweşiya, lê AFAD ancax saet di 20.01'ê de gihaşt kavilên avahiyê. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ku li gor dengan hereket kirin, saet di 21:55'an de xwe gihandin cenazeyê du kesan.    3 KES SAX IN   Tîmên AFAD'ê di kavilan de korîdora jiyanê vekirin û saet di 22.01'ê de pirsîn "Kes heye?" Piştî bersiva "Erê", cihên deng jê hat hat tespîtkirin û xebatên ji bo rizgarkirina her 3 kesan heya ber destê sibehê dewam kirin.    Şaredariya Şehîtkamîlê konek û 3-5 mase danîn nêzî kavilan, lê bi tu awayî li rewşa welatiyan nepirsîn. Ji ber vê welatî jî bi dar û êzingên ji nava kavilan hatin derxistin şewitandin û xwe li ber wan germ kirin. Mexdûrên erdhejê yên li ber agir, ragihandin ku ji AKP'ê û şaredariyan tu kes nehatine cem wan û nerazîbûna xwe wiha anîn ziman: "Ma dê li ku bin, niha civînan çêdikin. Ketin etra ku dê gel çawa bi rayan bixapînin. Ava te tune ye, xaniyê te bi ser serê te hilweşiyaye, xema kê ye. Ma li vir zilamekî şaredariyê heye? Ji niha û pê ve ray may tune ye. Êdî bes e, 20 sal in em bûn mih."    'BI ZIMAN PÊŞENGEKÎ ME YÊ CÎHANÊ HEYE'   Selçûk Boylû ku pîra wî û xaltîka wî di bin kavilan de ne got: "Em ji serê sibehês aet di 05.00'an de li vir in. Tu şaredarî nehatine. Ne şaredariya mezin ne jî Şaredariya Şehîtkamîlê. Tenê koneke eletewş anîn. Em xwe li ber agirê êzingên ji bin kavilan hatine derxistin germ dikin." Boylû anî ziman ku li herêmê tu xebat tune ne û got: "Xebat tune ye. Ji 5'ê sibehê heya nîvro gel, polîs û notirvan di nava kavilan de xebitîn. AFAd saet di 20.01'ê de hat. Bi ziman pêşengekî me yê cîhanê ye."    KES NEHAT   Necmettîn Tekîn jî ku sê biraziyên wî di bin kavilan de ne got: "Rewşa me li holê ye. Em êzingan ji nava kavilan derdixin. Zart û zêç, extiyar di bin kavilan de ne. Kezeba me dişewite. Erdhej serê sibehê saet di 4'an de çêbû. Ez ji wê çaxê ve li vir im. Xebat bi bivirekî, bi keraneyekî û bi bêrekê hat kirin. Kemçe hat, lê tiştek nekir. Xebatkarên tu şaredariyan nehatin. Heya nîvro tu fêdeya wê çênebû. Êvarî gava AFAD hatt çend cenaze hatin derxistin. Xwe gihandin çend kesên sax û dê wan derxînin."    Tekîn destnîşan kir ku mirov 20 saet in di nava kavilan de ne û got: "Tu alîkarî nehatiye kirin. Ne qeymeqam, ne walî, ne jî parlementera tu kes nehatin. Tenê xizmeta deverên zengînan dikin."    MA / Mujdat Can