Li Bazarcixê zêmar olan didin! 2023-02-07 13:08:01   MEREŞ - Li navenda erdhejê navçeya Bazarcixê ya Mereşê, welatiyên ku li ber kavilan li benda derxistina xizmên xwe ne, zêmaran dilewbînin û ji ber ku alîkariya wan nayê kirin gilî û gazinên xwe tînin ziman.    Bîlançoya erdheja li Bazarcixa Mereşê her diçe giran dibe. Li bajêr hema bibêje hemû avahî xesar dîtine û ji ber vê bi sedan malbat di şert û mercên giran de li ber xwe didin. Welatî duh di bin baranê û sir û seqemê de şeva xwe derbas kirin. Hin malbat xwe li ber agirê êzingan germ dikin û hin jê jî di qaseyên qamyonan de ên ser wan bi konan hatine girtin man. Gelek kes jî heya serê sibehê li ber kavilan li benda derxistina xizmên xwe man sekinî.    Li bajêr xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hê jî kêm in. Li gelek kavilên avahiyên hilweşiyayî xebat nayên kirin. Xebatkarên AFAD'ê li bajêr tenê li çend avahiyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dikin. Gava malbat bertek nîşanî vê yekê didin, xebatkarên AFAD'ê dibêjin: "Tîm û ekîpman kêm in."    LI BER KAVILAN ZÊMARÊN TÊN LEWBANDIN   Ji malbatên ku li benda rizgarkirina xizmên xwe ne yek jê jî malbata Gokçekê ye. Malbat li benda rizgarkirina Mehmet û hevjîna wî Zeynep Gokçekê ye ku li Kolana Cengîz Topelê, li kuçeya 14'an di bin kavilên Apartmana Osayê de ne. Malbat li ber kavilan zêmaran dilewbîne û dibêje bi derfetên xwe hin eks rizgar kirine, lê ji ber kavilan nikarin zêde tevbigerin.    ‘GER NEYÊN DÊ BIMIRIN'   Birayê Mehmet Gokçekê di bin kavilan de, wiha bertek nîşan da: "Alîkariya me nakin. Em dizanin sax in. Ez çûm Maseya Krîzê, min xwe avêt dexlê wan. Lê tîm neşandin. Me şeva xwe li vir derbas kir. Em heya serê sibehê li vir bûn. Ger mirov sax bin jî dê bimirin. Em naxwazin birayê min û hevjîna wî bimirin. Em nikarin zarokê wan bînin vir. Dipirse, 'Bavê min derket yan na?' Ez nikarim titşekî bibêjim. Êdî bila alîakriya me bikin. Dibêjin tîm hene, lê malzeme tune ne. Ger îro neyên dê bimirin. Ji lew re sax in. Dibêjin 'Ancax 24 saetan karibin bijîn.' Dibe ku birîndar bin jî. Nexweşîna şekir bi birayê min re heye. Me bi derfetên xwe 8 kes rizgar kirin. Gel alîkariyê dike. Pêdivî bi tîmên profesyonel heye. Wan naşînin."    Dayikeke bihêstir jî wiha bertek nîşan da: "Çima alîkariyê nakin?" Dayikê anî ziman ku nikarin lazmatiyên xwe peyda bikin û got: "Milet di bin betonê de ye. Ji kerema xwe alîkariyê bikin. Betaniyan bînin. Bes e, bes e, bes e. Ev xebateke çaw aye?"     MA / Azad Altay - Abdûrrahman Gok