Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin 2023-02-07 13:24:28   WAN - Partiyên siyasî yên li Wanê, ji bo alîkarî û piştevaniya xelkê li herêmên erdhejê bang kirin.    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk yên Wanê têkildarî alîkarî û piştevaniya xelkê mexdûr ên li herêmê erdhejê li avahiya HDP’a Wanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn di civînê de axivî û destnîşan kir ku li bakurê erdhejek dijwar û mezin rû daye û bi milyonan mirov di bin tesîra erdhejê de mane. Karakoyûn ji bo piştevanî û alîkariya xelkê li herêmên erdhejê banga kir û xwest her kes tev li kampanya alîkariyê bibin. Karakoyûn got ew tîmên profesyonel vedixwînin herêmên erdhejê û dikarin wesayît ji bo çûnê temîn bikin. Karakoyûn  anî ziman ku xelkê Wanê baş ji birîna erdhejê dizane û wan maseya krîzê ava kiriye û ew malbatên ku li herêmên erdhejê bi pirsgirêkan re rûbirû mane vedixwînin Wanê.