Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin 2023-02-07 13:25:05   AMED - Li Amedê 3 kesên di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin.    Li Amedê ku tesîreke mezin ji Erdheja Bazarcixa Mereşê girt, 3 kesên di bin kavilên avahiyan de man û jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê hatin veşartin. Cenazeyên Osman Başal, Alî Cengîz û Mûrat Cengîz ên cenazeyên wan duh bi şev ji bin kavilên Apartmana Yoldaşê hatin derxistin, rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.    Malbata Alî Cengîz û kurê wî Mûrat Cengîz û malbata Osman Başal cenaze wergirtin û li Goristana Yenîkoyê bi zêmaran veşartin. Tevî her sê cenazeyan heya niha cenazeyên 22 kesan li Goristana Yenîkoyê hatine veşartin.