Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in 2023-02-07 14:29:18 SEMSÛR - Li Semsûrê bavekî ku li benda derxistina zarokên xwe yên di bin kavilan de ne, derdê xwe ji parlementerên HDP'ê yên li herêma kavilan re gotin: "Du roj in kes nehatiye vir, qey kemçeyek tune ye? Bi hezaran bînayên bi vî rengî hene, binîw an tije cesed in."  Erdhejên li Bazarcixa Meletiyê yên bi pileya 7,7 û 7,6'an li Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Xarpêt, Osmaniye, Edene û Hatayê bûn cihê karesatên mezin. 32 saet di ser erdhejê re derbas bûye, lê hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Gelek evder hene ku hê jî tîmên lêgerînê neçûne wan. Parlementerên partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kemal Bulbul û Abdullah Koç, çûn Semsûrê û tevî gel daxilî nava xebatan bûn û guh li gel kirin. Semsûriyan ragihand ku hê jî tu alîkarî negihîştiye wan.    KES JI KAVILEKE 4 QATÎ TU KES NEHAT DERXISTIN   Bulbul ku serdana navenda Semsûrê kir, diyar kir ku gelek kes di bin kavilan de hene. Bulbul nîşan da ku avahiyeke 4 qatî ya li ser kolanê bi temamî hilweşiayye û got ku hê jî tu kes ji vê avahiyê nehatiye derxistin. Bulbul da zanîn ku tîmên AFAD'ê jî hê nehatine û tu xebatek ji bo lêgerîn û rizgarkirinê nehatine kirin. Di dîmenan de ku Bulbul ew girtine, tê dîtin ku rê ji ber kavilan ahtiye girtin û çûnhatin tune ye. Bulbul got: "Ev hê tenê kuçeyek e."    ‘BINÎ KAVILAN TIJE CENAZE NE'   Bulbul, bal kişand ser rewşa bavekî ku 3 zarokên wî di bin kavilan de ne. Bulbul diyar kir ku bav bilêv kiriye ku du roj in tu tîmên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine û ev tişt gotin: "Duh me bi bêr û biviran koland. Me xwe negihan tu tiştî. Ma tu Xwedê qey kemçeyek tune ye! Bi hezaran avahiyên bi vî rengî hene û binî wan tije cesed in. Ê min 3 zarokên min di bin kavilan de ne. Ji duh ve xwe nagihînim wan. Bila bên, alîkariya me bikin. Me şeva xwe di wesyaîtê de, li ebr êgir derbas kir. Nexweşê me çêbû, nan tune, li tu derî somun nayê peydekirin. Texdîra Xwedê ye, lê divê alîkariya me bikin. Pitikên min di bin kavilan de ne, heya duh êvarî jî qîriyan. Ma dê bi bêr û biviran heya ku biçin!"    LI BENDA TÎMÊN AFAD'Ê NE   Din dîmenan de tê dîtin ku dayik û zarok zêmaran dilewbînin. Ji dayikan yek jê bi kurdî zêmara "Weylê ez qurbanê" lewmband. Bulbul anî ziman ku ev dîmen ê taxekê tenê ne û got: "Li Semsûrê hemû tax hilweşiyane. Avahiyên li ser pêyan jî derz li wan ketine. Li vir ne qeymeqamtî, ne şaredarî ne jî midrûiyeta polîsan heye."    Gel li benda sewqkirina tîmên AFAD'ê ne. Hat ragihandin ku di bin kavilan de 2 extiyar û jineke nexweş hene.    Gel ku ji bo rizgarkirina kesan tevdigere, bang li kesên di bin kavilan de dike û bi vî awayî hewl dide cihên wan hîn bibin. Lê ji ber ku perçeyên mezin ên betonê nayên rakirin, gel wisa bêçare li benda alîkariyê ye.