Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin 2023-02-07 15:22:13   ÎZMÎR/WAN - Gelê Îzmîrê di çarçoveya kampanyaya bşaredariyê de alîkariya mirovî kirin û li Wanê jî kampanyaya alîkariyê hat kirin.    Xebatên alîkariyê yên ji bo herêmên erdhejê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê didomin. 11 TIR, 2 balafir û keştiyek alîkariya mirovî ber bi Edene, Amed û Mereşê ve hatin şandin.    Îro dê li herêmê mutbexe mobîl a sed hezar danî xwarin dê li herêmê bixebite. Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tûnç Soyer got: "Em ji Îzmîrê alîkariyê ber bi herêma erdhejê ve dişînin. Emeliyatxaneya me ya mobîl jî dest bi kar dike."    Tevgera Hêviyê ku şaredariyê duh da destpêkirin her diçe mezin dibe. Heya niha di çarçoveya kampanyayê de 17 hezar û 765 pakêtên xwarinê, 974 pakêtên zexîre, hezar û 374 pakêtên paqijiyê, 8 hezar û 985 betanî û hezar û 841 tulumên xewê hatin bexşkirin. Amûrên alîkariyê li Fûara Îzmîrê û li Kulturparkê tên komkirin.    16 WESAYÎT Û 84 PERSONEL LI OSMANIYEYÊ NE   Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê, wesayîta AKS'ê, 2 ambulansên îtfaiyeyê yên AKS'ê, 4 ambulans, amûra rizgarkirinê, amûra şewatê û tevî kûçikekî amûra tîma rizgarkirinê û 16 wesayît, 84 personel û 3 tîpên rizgarkirinê yên bi kûçik şandin.    LI WANÊ KAMPANYA   Li Wanê jî Platforma Ked û Demokrasiyê, kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de amûr li avahiyên HDP'a bajêr û ya navçeyan û avahiyên KESK û Baroya Wanê tên komkirin.    Rêveberê HDP'î Mesût Bor ku di koordînasyona kampanyaya alîkariyê de ye diyar kir ku ji bo piştevaniyê ev kampanya dane destpêkirin û got ku heya niha zexîre, betanî û kincên zivistanê berhev kirine.    Rêveberê Komeleya Şopandina Koçberiyê ya Serhedê Ahmet Guler jî ku di nava xebatên kampanyayê de ye da zanîn ku ew alîkariyên tên kirin dê bikin qolî û bişînin herêmên erdhejê û got: "Belkî ev kampanyaya me niakribe birînên her kesî bicebirîne, lê çi ji destê me bê em ê bikin."    Ji Meclîsa Xwendekarên Demokratîk Îsmaîl Hakki Tûncer jî da zanîn ku li deverêne rdhejê gelek hevalên xwe peywirdar kirine û got ku ji bo piştgiriyê çi ji destêw an bê dê bikin, ji lew re ev êş êşa wan a hevpar e.