Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir 2023-02-07 15:23:06   ENQERE - Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştgirî û piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re bang kir.    Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê ji bo piştgirî û piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re bang kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber negirtina tevdîran, hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêdetir dibin.    Meclisa ciwanan sersaxî bo malbatên qurbaniyan û şîfaya xêrê bo birîndaran xwest û ev bang kir: “Weke ciwanan em ji bo piştgirî û piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re di nava seferberiyê de ne. Em ê birînên xwe bi hev re bipêçin. Tenê bi piştevaniyê dikare ev birîn werin pêçandin. Banga me ji bo ciwan û gelê me ew e ku piştgiriyê bidin mexdûrên erdhejê û piştevaniya xwe xurtir bikin.”    Di daxuyaniyê de her wiha hejmarên telefonê yên Navenda Krîz û Koordînasyonê ku HDP’ê bi mebesta piştgirî û Piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re ava kiriye parve kir. Hejmarên behsa xeberê ev in: 0552 032 5649 û 0553 096 0706.