Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin 2023-02-07 16:55:02   ÎZMÎR – Rêveberê HDP’ê yê Îzmîrê û 2 xwendekarên zanîngehê ku di bin çavan de bûn, hatin girtin.    Duh di saetên serê sibehê de polîsan bi ser malan de girtin û Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmîrê Mûrat Tufan û xwendekarên zanîngehê Firat Dîkmen, Mûrat Boztaş û Baran Tînk hatin binçavkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê, îro sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger jî her 4 binçavkirî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê kir. Tufan, Dîkmen û Tînk bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û Mûrat Boztaş jî hate berdan.    Bi hinceta ku di dosyaya 16 endamên Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad ên di 7’ê cotmehê hatibûn binçavkirin de delîlên nû hatine peydakirin, nûçegihana JINNEWS’ê Nazlican Yildiz û xwendekarê zanîngehê Ayhan Bakir jî duh hatibûn girtin.