‘Niha li ser navê mirovahiyê dem dema piştevaniyê ye’ 2023-02-11 10:44:03   STENBOL - Endamê Koordînasyona Erdhejê yê HDP yê Herêma Marmarayê Cengîz Topbaşli, diyar kir ku tevî polîtîkayên desthilatê yên cihekariyê yên 20 salan di dîmenên di erdehejê de derket holê ku çanda piştevaniyê berdewam dike û got: “Niha li ser navê mirovahiyê dem dema piştevaniyê ye.”   Li Mereşê di erdhejên ku bi pileya 7,7 û 7,6 çêbûn de 10 bajêr bi awayekî giran jê bi bandor bûn. Di kavilên ku bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan de hêj bi deh hezaran kes nehatine derxistin. Piştî bêdengiya hikûmetê ya li hemberî qêrînên ji bo alîkariyê, gel bi pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl seferber bû. Bi maseyên krîzê yên hatin avakirin ji bo mexdûrên erdhejê yên li herêmê bi TIR’an alîkarî tê şandin. TIR’ên ku bi piştevaniya gelan tên şandin ji aliyê desthilatê vê tên astengkirin.    Endamê Koordînasyona Erdhejê yê HDP’ê yê Herêma Marmarayê Cengîz Topbaşli, diyar kir ku tevî alîkariyên dişînin heremê ji aliyê desthilatê ve tên astengkirin jî wê xebatên xwe bidomînim û wiha bang kir: “Bi hinceta ewlehiyê wesayîtên me asteng nekin, alîkariyên ku bigihin gel ne rawestînin.” Topbaşli diyar kir ku ji Herêma Marmarayê nêzî 65 TIR şandine û hêj jî depoyên alîkariyê yên tiştan tejî ne.    ‘NIHA DEM DEMA PIŞTEVANIYÊ YE’   Topbaşli, got ku “Niha li ser navê mirovahiyê dem dema piştevaniyê ye” û wiha berdewam kir: “Niha ji bo pêşeroja xwe ji bo biratiya gelan dem dema piştevaniyê ye. Divê hemû cudatiyên xwe yên siyasî deynin aliyekî û ji bo xwişk û birayên xwe yên di bin kavilan de bilez bikevin nava liv û tevgerê. Banga em ji vir bikin jî niha dem dema piştevaniyê ye.”