Li Sulumagarayê ku xeta fayê lê derbas dibe daxwaza ‘kon û sobeyan’ 2023-02-11 11:08:47   DÎLOK - Xeta fayê ji Taxa Sulumagara ya navçeya Islehiyeyê re derbas dibe û welatî li ber sermayê dimînin. Welatiyan banga kon, komir, sobe û êzingan kirin.    Yek ji navçeyên Dîlokê yên ku herî zêde ji erdhejê bibandor bûyî jî Islehiye ye. Li Taxa Sulumagara ya Islehiyeyê ku li quntarê Çiyayên Amanosê hatiye avakirin jî hewcehiya şêniyan herî zêde bi sotemeniyê heye. Taxa Sulumagara ku li ser Rêya Islihe-Hatayê û li ser rêgeha xeta fayê ye, erdheja ku aliyê rê yê çepê qelaştiye, li taxê rê li ber xesareke mezin vekiriye. Li taxê gelek avahî hilweşiyan e û xerabeyên mizgeft û hinek kargehan hêj li şûna xwe disekinin. Li taxê 80 kesan jiyana xwe ji dest dan û welatiyan bi derfetên xwe cenaze ji bin kavilan derxistin. Alîkariyên bo taxê tên bi awayekî bêpergal tên belavkirin. Herî zêde jî pêdiviya welatiyan bi cihê hewînê û sotemeniyê heye.    'DEWLET LI VÊ DERÊ NÎNE’    Ji şêniyên taxê Rahşan Uçar, têkildarî rewşê wiha dibêje: “Bila ne xurekên hişk lê xwarina germ bê vê derê. Ji ber ku komir û sobe tune ne lewma em nikarin li tu deverekê germ bikin. Ji ber xeta fayê li taxa me derbas dibe, şêniyên taxê li derve ne û konên hatine şandin pir kêm in. Gelemperiya cil û bergên hatine şandin ên zarokan e. Ji bo mezinan cil û berg nayên. Gelemperiya alîkariyan jî gel û xêrxwaz dişînin. Me li vir ji dewletê tu kes nedîtiye. AFAD tune ye.”