Ji bo du rojan dê li Amedê gaza xwezayî bê kêmkirin 2023-02-11 11:34:54   AMED - Diyargazê ji ber ku di erdhejê de xesar gihişt xetên boruyê yên BOTAŞ’ê, gaza xwezayî ya ji bo pîşesaziyê diçû birî û bang li welatiyan kir ku ji ber xebatên 2 rojan gaza xwezayî bi teserrûf tevbigerin.    Belavkirina Gaza Xwezayî ya Amedê (Diyargaz) bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama erdhejê de xesar gihiştiye xetên boruyê yên BOTAŞ’ê. Diyargazê da zanîn ku dê di nava 2 rojan de xebat bên meşandin û bang li welatiyan kir ku di van her du rojan de gazê biteserrûf bi kar bînin.    Daxuyaniya Diyargazê wiha ye: “Ji ber erdhejê, xesar gihiştiye xetên boruyan ên BOTAŞ’ê. BOTAŞ’ê xebatên çêkirina xetên ragihandinê kirine û li gorî texmînê dê 2 rojan bidome. Lewma jî ji ewil gaza mezexêrên mezin û tesîsên pîşesaziyê hatina birîn. Lê ji bo ku gaza xwezayî ya malan neyê birîn, bila welatiyên me gaza xwezayî biteserrûf bi kar bînin. Lewma di nava van her du rojan de heke zêde mecbûrî nebe, bila di nava saetên rojê de bi kar neyînin û cîhazên germkirinê (kombî û hwd.) jî di navbera saetên 19.00 û 22.00’an de bi kar bînin. Ev yek mijareke jiyanî ye.”