ÎTO’yê 9 karavan û 2 kamyonên alavên tibbî şandin herêmên erdhejê 2023-02-11 11:54:57   STENBOL - ÎTO’yê maseya krîzê ava kir û heta niha 9 karavan û 2 kamyonên alavên tibbî şandine Semsûr û Hatayê. Xwendekarên ku di maseya krîzê de cih digirin, dan zanîn ku heta birînên gel tên cebirandin dê di nava xebatan de cih bigirin.    Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) piştî erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 ên navenda Bazarcix a Mereşê, ji bo xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz, derman û piştevaniya lojîstikê bişîne herêmên erdhejê, maseya krîzê ava kir. Heta niha 9 karavan û 2 kamyonên alavên tibbî ji Semsûr û Hatayê re hatine şandin. Her wiha heta niha hezar û 600 xebatkarên tenduristiyê ji bo li herêmên erdhejê bixebitin serî li ÎTO’yê dane.    HEWCEHÎ BI ALAVÊN TIBBÎ HEYE    Xwendekarê Fakûlteya Tipê ya Stenbolê Îkram Budakçi ku di maseya krîzê ya ÎTO’yê de bi dilxwazî cih digire, got ku li herêmên erdhejê hewcehî bi her cureyên derman û alavên paqijiyê heye û ev tişt anî ziman: “Di koliyan de ji enjektoran heta, bîsturî, setên kîstê, alavên ortopedîk, pateyên pêçanê, serûm, êşbir û alavên tibbî hene. Me çendek roj berê alavên tibbî şandin û îşev jî dê konteynirek bi rê keve. Tevî hevalên xwe em her roj tên ÎTO’yê û ji bo amadekirina koliyan dibin alîkar. Dê gelek hevalên me bên. Em dixwazin biçin herêmên erdhejê lê dibistan destûrê nade. Xebatên me li dibistanê jî didomin.”    Xwendekara Fakûlteya Tipê ya Çapa ya Stenbolê Sûltan Aydemîr jî banga hestiyariyê li gel kir û xwest ku hemû kes bibe alîkar.    Xwendekaran got ku heta birînên gelê herêmê dicebirin dê xebatên xwe bidomînin.