Kamyona ku alîkarî dibir Hatayê qeza kir 2023-02-11 12:31:09   EDENE - Kamyona ku ji bo mexdûrên erdhejê ji Edeneyê alîkarî dibir Hatayê qeza kir. Hate diyar kirin ku 4 kes birîndar bûne û rewşa wan giran e.    Kamyona ku ji bo mexdûrên erdhejê ji Edeneyê malzemeyên pêdiviyên bingehîn dibir Hatayê li ser Rêya Edeneyê qeza kir. Kamyona ku Kadîr Ûçûr diajot, li otobana Tarsûs-Edene-Dîlokê ya li aliyê Ceyhanê bi panelvana ku Bedîrhan Bodûr diajot li hev dan. Di qezaya trafîkê ya pêk hatî de kamyona ku ji bo mexdûrên erdhejê malzeme dibir, bin re bû û wergeriya. Tîmên polîs û tenduristiyê li ser agahdarkirinê hatin cihê bûyerê. 4 birîndarên ku ji her du wesayîtan hatin derxistin ji aliyê tîmên tenduristiyê ve birin nexweşxaneyên li Edeneyê û tên dermankirin.    Hate hînbûn ku rewşa birîndaran giran e û ji ber qezayê rê hate girtin.