Dayikên Şemiyê: Mirina di erdhejê de ne qeder lê cînayet e 2023-02-11 14:14:45   STENBOL - Dayik/Mirovên Şemiyê di daxuyaniya xwe de bi bîr xistin ku di erdheja Golcukê de 5 hezar û 840 kesên jiyana xwe ji dest dayîn winda ne û wiha gotin: “Ji bo heman rewş di erdheja Mereşê de dernekeve divê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê pir bi baldarî bên kirin. Mirina di erdhejê de ne qeder lê cînayet e.”    Çalakiya Dayik/Mirovên Şemiyê ya ji bo dîtina kesên hatine windakirin û hesabpirsîna ji faîlan wan, di hefteya 933’an de berddewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de têkildarî erdhejên Bazarcix a Mereşê ku 11 bajar jê bandor bûn, daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de ji malbatên qurbaniyan re sersaxî hate xwestin.    ‘NE ERDHEJÊ LÊ RANTÊ KUŞTIN’   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber negirtina tevdîrên xurt ewqas kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û wiha hate gotin: “Ji ber ku plan û sepanan ne jiyana mirovan lê rant esas digirt, rê li ber ewqas mirinan vekir.”    5 HEZAR Û 840 KES HÊJ JÎ WINDA NE    Bi domdarî rapora Meclisê ya têkildarî erdheja Golcukê ya di sala 1999’an de hate bibîrxistin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji bo ku di erdheja Mereşê de jî heman rewş dernekeve holê, divê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê pir bi daldarî bên meşandin. Xwişk û birayên me yên terkî rûxîneriya erdhejê hatine kirin, em we ji dil hîs dikin û êşa we êşa me ye. Em bi hemû êşa xwe diqîrin; mirina di erdhejê de ne qeder lê cînayet e.”