Biryarnameya OHAL’ê: Doz hatin taloqkirin 2023-02-11 14:38:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi biryarnameya di çarçoveya OHAL’ê de pêvajoya vekirina dozan, şopandina îcrayan, serlêdan, gilî û îtîrazan ji 6’ê sibatê heta 6’ê nîsanê hatin taloqkirin.    Piştî erdhejên Bazarcix a Mereşê yên bi pileyên 7,7 û 7,6’an ku bandoreke giran li 10 bajaran kiribû, Rewşa Awarte (OHAL) hatibû ragihandin. Li gorî Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya di çarçoveya OHAL’ê de hatiye derxistin, doz heta 6’ê nîsanê hatin taloqkirin. Biryarnameya Serokkomariyê adi çarçoveya OHAL’ê de têkildarî tevdîrên di qada darazê de, di Rojnameya Fermî de hate weşandin.   Bi biryarnameyê re di qada darazê de pêvajoya vekirina dozan, şopandina îcrayê, serlêdan, gilî, îtîraz û hwd. ji 6’ê sibatê ve heta 6’ê nîsanê hatin sekinandin.    Bi biryarnameya di çarçoveya OHAL’ê re pêvajoya binçavkirinê ya sûcên dizî û talanê dê 4 rojan derbas neke, dozgerên komarê dikarin pêvajoya binçavkirinê 3 rojan dirêj bikin.