Bila rakirina xebatên kavilan bên sekinandin: Yakparetiya bedena mirovan xera dikin 2023-02-11 15:16:33   ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Serhat Eren diyar kir ku xebatên rakirina xerabeyan zirarê dide yekparetiya laşê mirovan û wiha got: “Divê ev xebat bên sekinandin. Hêj niha jî bi sedhezaran mirov di bin xerabeyan de ne. Ev ecele ya çi ye?”    Di encama erdhejên Bazarcix a Mereşê de heta niha 21 hezar û 43 kesan jiyana xwe ji dest dan, 80 hezar û 97 kes birîndar bûne û bi sedhezaran kes jî di bin kavilan de ne. Di rewşeke wiha de îktîdara AKP-MHP’ê li Semsûrê bi makîneyên kar dest bi rakirina kavilan kir. Endamê Navenda Koordînasyona Krîzan a HDP’ê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Serhat Eren diyar kir ku rakirina kavilan zirarê dide yekparetiya laşê mirovan û xwest ku ev xebat bên sekinandin.    Serhat Eren got ku gelek agahî bo wan tên ku cenaze bi awayekî derûsûlî tên definkirin û wiha got: “Kesên ji bin kavilan derdixînin raste rast bi betaniyan dipêin û defin dikin. Ev tişt ji hêla mirovî ve derexlaqî ye. Divê ji hêla qanûnî ve bê tespîtkirin bê ka ji kîjan kavilê hatine derxistin, dîmen bên girtin û wecîbeyên olî bi cih bînin. Xizmên wan li gorî derfetên xwe defin dikin. Pratîkên heta niha ne însanî û ne jî qanûnî ne. Îktîdarê li herêma erdhejê dest bi xebatên rakirina kavilan kiriye û ev ne însanî û ne jî hiqûqî ye. Hêj niha jî bi sedhazaran kes di bin kavilan de ne. Hêj bi hezaran jê dijîn. Lewma ev tirs a çi ye? Ev ecele ya çi ye?  Divê hemû xebatên zirarê digihînin laşê mirovan bên sekinandin. Lê em baş dizanin ku dixwazin kesên xemsariya wan heyî, yên peywira xwe bi cih neanîn û sazî û dezgehên ji vê krîzê berpirsyar rizgar bikin lewma vê eceleyê dikin.”    BANG LI TMMOB’Ê KIR    Eren, bang li TMMOB’ê kir ku li herêmên erdhejê dest bi wergirtina mînakên karotê yên avahiyên hilweşiyayîn û xesar gihiştiyê bikin û wiha bi dawî kir: “Bi mînakên karotê dê were tespîtkirin bê ka beton li gorî usûlê xwe hatiye bikaranîn an na. Delîl û tespîtek e. Ji bo ku ev delîl tune nebin, divê seferber bibin. Divê TMMOB, ÎMO û baro serferber bibin. Divê delîl bên parastin. Nexwe dê di dozan biryara neşopandinê bên dayîn. Divê Wezareta Dadê jî ji bo li herêmên erdhejê delîlan tespît bike dest bi xebatan bike.”