Bûldan û Kiliçdaroglû li Amedê ne: Îktîdar di bin kavilan de ma 2023-02-11 16:38:19   AMED - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû îro hatin Amedê û çûn serdana mexdûrên erdhejê. Buldan û Kiliçdaroglû bi hev re daxuyanî dan û diyar kirin ku îktîdar di bin kavilên erdhejê de ma ye. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û şandeya pê re ku ji parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay, Meral Daniş Beştaş, Hişyar Ozsoy, Ruştu Tîryakî û Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan pêk dihat, çûn serdana malbatên kesên di bin kavilên Apartmana Sozel a li Semta Ofîs a Yenîşehîrê de. Bi awayekî hemwext, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û şandeya pê re jî hatin serdana malbatan.   Piştre Buldan û Kiliçdaroglû bi hev re daxuyan î dan. Di daxuyaniyê de Buldan da zanîn ku herî dawî dayikeke kal ji bin xerabeyan hatiye derxistin û ev tişt anî ziman: “Ev jî nîşan dide ku hêvî heye. Êşa me tevan yek e û em ê birînên xwe bi hev re derman bikin. Dixwazim bibêjim ku îktîdar di bin kavilan de ma ye. Bawerî, nêrîna siyasî û mezheb çi dibe bila bibe hemû kes bi ruhê piştevaniyê xwedî lê derket. Birînên me kûr, êşa me gelek mezin e. Hêvî dikim ku em bi hev re van birînan di demekî herî nêz de derman bikin. Gelek kes li Amedê di bin kavilan de ne. Ji roja destpêkê ve me hemû derfetên xwe seferber kirine.  Heke îro şaredariyên me nehatina xespkirin, dê me ev birîn zûtir derman bikira.”   ‘ERDHEJ GEL NÊZÎ HEV KIR’   Serokê Giştî yê CHP’ê Kiliçdaroglû jî bal kişand ser hevgirtina gel û piştevaniyê û wiha got: “Bi rastî jî niha dilê tevahiya Tirkiyeyê li vê derê lê dide. Erdhejê gel nêzî hev kir. Li gorî min heke em êşên hev hîs bikin, dê ev êş siviktir bibin. Avahî baş nayên çêkirin û venihêrtina wan nayê kirin. Ev yek pirsgirêkeke girîng e. Lê pirsgirêka herî mezin bê koordînebûn e. Bi hêviya ku ev birîn zû were dermankirin.”   Piştî daxuyaniyê şandeya HDP’ê çû serdana mexdûrên erdhejê. Di serdanê de mexdûran da zanîn ku hewcehiya wan bi konana heye. Di serdanê de welatiyekî wiha got: “Ev ne erdhej lê kuştina kurdan e. Dewlet mafê min dixwe. Em li kolanê radizên. Keça min seqet e. Ez li Rezanê dijîm. Ez bang li rayedaran dikim lê kesek bi me re eleqeder nabe.”   Piştre jî şandeyê xatira xwe ji mexdûrên erdhejê xwest û çû.