Kiliçdaroglû: Tişta ku Amedê kiriye gere em karibin li seranserê Tirkiyeyê jî bikin 2023-02-11 19:40:01   AMED- Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû di serdana xwe ya Amedê de bal kişand ser serferberiya ku Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê û got: "Li gor ku Amedê ev kiriye, gere em karibin li bajarên din ên Tirkiyeyê jî vê yekê bikin."   Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû serdana Amedê kir ku bandor ji erdhejên Mereşê girt û 7 avahî lê hilweşiyan. Kiliçdaroglû ewilî serdana Mala Şînê ya BahattîN Demîrcan a li Sîteya Tomerîfiroşan a li navçeya Rezanê kir û paşê serdana Navenda Krîzê ya Erdhejê ya Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê û li Hêwana Dawetê ya Demîrok Kaplanê serdana mexdûrên erdhejê kir. Kiliçdaroglû piştî vir çû cem kesên ku xizmên wan di bin kavilên Apartmana Sozelê de ne.    Kiliçdaroglû di serdana xwe de ya ji bo Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê de ku li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê kir, bal kişand ser xebatên 84 rêxistinên civaka sivîl, sendîka û rêxistinên pîşeyî û got ku koordînasyona ku hatiye çêkirin pir girîng e. Kiliçdaroglû destnîşan kir ku pir girîng e ku Amed di nava xwe de bi vê yekîtiyê tevdigere.    Kiliçdaroglû di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku Tirkiye welateke xwedî kapasîteyeke ku dikare birînên xwe bicebirîne û got: "Em biînin ku di nava koordînasyonekê de em dikarin hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin. Li gor ku Amedê ev kiriye, gere em karibin li bajarên din ên Tirkiyeyê jî vê yekê bikin."