Ji bo keya bi helîkopterê xizmeta xisûsî! 2023-02-11 20:02:11   MELETÎ - Hat hînkirin ku ji bo keyayê gundê Polatdereyê yê Meletiyê bi helîkoptera taybet kon anîne.    PIştî erdhejê li Meletiyê pirsgirêka her mezin nepeydekirina kon û amûrên xwegermkirinê ne. Hat hînkirin ku ji bo gundê Polatdereyê yê navçeya Wêranşar a Meletiyê bi helîkoptereke taybet du kon anîne.    'JI BO MIN Û PISMAMÊ MIN HATIN'   Gava Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê û şandeya pê re serdana gund dikirin kon bi helîkopterê hatine daxistin. Hat hînkirin ku ev li gund bûye cihê rageşiyê. Hat diyarkirin ku gava gundiyên ku pêdiviya wan bi konan heye bertek nîşan dane, keya gotiye: "Ev kon ji bo min û pismamê min xisûsî hatine."   Piştî rageşiyê her du konên bi helîkopterê hatin ji bo keya û xizmên wî hatin danîn.    MA / Firat Can Arslan