Li Apartmana Sozelê hê jî 11 kes di bin kavilan de ne 2023-02-11 20:26:58   AMED - Hê jî 11 kes di bin kavlên Apartmana Sozelê de ne. Apartmana Sozelê ya 9 qatî, li Semta Ofîsê ya Yenîşehîr a Amedê ye.    Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li nav kavilên Apartmana Sozelê ku li Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê ye, di roja 6'an de didomin. Tê gotin ku hê jî 11 kes di bin kavilan de ne û li benda rizgarkirinê ne.    Li gorî tê gotin di dema erdhejê kesên hewl dane ji apartmanê derkevin di bin kavilên nêrdewanan de mane. Ji malbata Bûlakê K., S., E. û L.; ji malbata Talayê V., E. û zaroka wan A. (4); ji malbata Bayarê 3 kes û muzîkjen Zîlan Tîgrîs û hevjînê wê Çagdaş Çankaya di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne.