Walîtî: Li Meletiyê hezar û 224 kesî jiyana xwe ji dest daye 2023-02-11 22:11:44   NAVENDA NÛÇEYAN – Hat daxuyandin ku li Meletiyê ji ber erdhejê hezar û 224'an kesî jiyana xwe ji dest daye   Walîtiya Meletiyê, daxuyand ku ji ber erdheja li Mereşê, li Meletiyê heya niha hezar û 224'an kesî jiyana xwe ji dest daye, 6 hezar û 962 kes birîndar bûne, hezar û 154 avahî hilweşiyane û navçeyên navendî ne tê de hezar û 40 avahiyên xesardîtî hatine tespîtkirin.    Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku li Meletiyê 6 jê biyanî 154 tîmên pispor dixebitin û wiha hat gotin: "Li bajêr hezar û 840 kesên lêgerîn û rizgarkirinê, 11 hezar û 860 AFAD, 2 hezar û 712 leşker, 5 hezar û 249 cendirme, 5 hezar û 873 polîs, 8 tabûrên qomando û bolukek dixebitin. Ji 3 hezar û 202 konên hatine belavkirin, 2 hezar û 699 jê hatine danîn. Li konan hezar û 449 kes dimînin û 6 hezar û 396 kes jî li qadên sergirtî dimînin."