17 xizmên Ahmet Turk di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan: Dewlet li vir tune ye 2023-02-11 22:53:23   SEMSÛR - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk di erdheja Semsûrê de 17 xizmên xwe winda kirin. Turk li ser kavilan lêkolîn kir û wiha got: “Îro tiştekî bi navê dewletê li holê nîne.” Yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bibandor bûyî jî bajarê Semsûrê ye. 17 xizmên siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Şandeyeke ji siyasemedar Ahmet Turk, parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca , Ridvan Turan û Saît Dede li herêmên hilweşiyayî lêkolîn kirin. Şandeyê daxwaz û bertekên welatiyan guhdar kir û piştre jî derbasî Navenda Koordînasyona Krîzan a bû ku ji hêla Partiya Herêmên Demkratîk (DBP) û rêxistinên civaka sivîl ve hatiye avakirin. 'TIŞTEKÎ BI NAVÊ DEWLETÊ TUNE YE’ Ahmet Turk, li Navenda Koordînasyona Krîzê daxuyanî da. Turk, da zanîn ku karesateke mezin çêbûye û ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de gel dibêje. Îro li vê derê tiştekî bi navê dewletê nîne. Di halê hazir de Rewşa Awarte ragihandin û bi vê yekê re alîkariyên gel û rêxistinên civaka sivîl ji destê wan standin û weke ku ev alîkarî AFAD’ê kiribin nîşan didin. Gavek berê agahiyek hat ber destê min. Heta dest danîn ser konên tên şandin û ji AFAD’ê re dişinin. Hewl didin weke ku AFAD’ê ev kon şandibin nîşan bidin. Dixwazin bi rêya OHAL’ê rewşa li vê derê, êşa ku gel dikişîne, vê karesatê û alîkariya gel dişîne, veşêrin. Lê em tevek rastiyan dibînin, xelk di ferqa vê rastiyê de ye. Gel bi xwe vê rastiyê dibêje. Ew bi xwe dibêjin ku dewlet xemsar e, dewlet qet xuya nake û tiştên hatine jiyîn vedibêjin.” 'MIROVAN XWE ORGANÎZE KIR’ Bi domdarî Turk sersaxî bo gel xwest û hêvî kir ku êdî karesateke wiha mezin çênebe. Turk, axaftina xwe wiha qedand: “Mirovên me li dijî vê karesatê pir bi hestiyarî tevgeriyan. Em vê rastiyê li her derê dişopînin û dibînin. Li Qoserê, Nisêbînê, Cizîrê, Silopiyayê û ji Amedê heta tevahiya herêmê mirovan xwe organîze kirin û ji bo piştgirî û piştevaniyê seferber bûn. Ya ku me şad dike jî ev e. Xwedê êdî tu carî van karesatan bi sere gelê me neyîne.” Turk, çû şîna ji bo 17 xizmên wî hatiye danîn û piştre jî ji bajar çû.