Polîsan dest danîn ser konvoya alîkariyê ya HDP’ê û gule reşandin 2023-02-11 23:14:29   ÎZMÎR - Polîsan dest danîn ser alavên alîkariyê yên HDP’ê ku ji Îzmîrê bo Osmaniyeyê şandibûn. Piştî ku bertek hatin nîşandan, polîsan gule reşandin. Rêxistina HDP’a Îzmîrê xwest kamyoneke alîkariyê bo Osmaniyeyê bişîne lê polîsan dest danîn ser. Kamyon, ji xurek û alavên jiyanî yên bingehîn pêk dihat. Li ser vê yekê HDP’iyan jî bertek nîşan dan. Polîsan bi bombeyên gazê êrişî HDP’iyan kir, derb kirin û gule li hewa reşandin. Piştre jî HDP’iyek hate binçavkirin. Polîsan alavê alîkariyê radestî AFAD’ê kirin. DEST DANÎN SER ALÎKARIYÊ Û GULE LI HEWA REŞANDIN Rêveberekî HDP’ê têkildarî bûyerê agahî dan û got ku heta ku hatin Osmaniyeyê jî ji hêla polîsan ve hatine şopandin. Rêveberê HDP’ê bi domdarî ev agahî dan: “Dema em gihiştin Osmaniyeyê, ji hêla polîsên sivîl ve hatin sekinandin. Sedema hatine me ji me pirs kirin. Me jî jê re got ku em ji bo alîkariyê hatine. Piştre jî cendirme û polîsên TEM’ê hatin û bêyî ku sedemekî nîşan bidin, dest danîn ser kamyonê. Dema gelê li vê derê bertek nîşan dayî jî bi bombeyên gazê û copan êriş kirin. Tevî vê yekê jî gel belav nebû. Li ser vê yekê li hewa gule reşandin.” GEL JI HDP’Ê DAXWAZ KIRIYE Li gorî agahiyên ku Navenda Koordînasyona HDP’ê dane, taxeke li Osmaniyeyê ku piraniya wê hilbijêrên HDP’ê ne ji HDP’ê alîkarî xwestine û li ser vê yekê jî TIR’eke alîkariyê hatiye şandin. PEKOZ: TIR LI CIHEKÎ NEDIYAR E Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û got ku îktîdar alîkariyên dilxwazan asteng dike. Pekoz, wiha bertek nîşan da: “Di zilma xwe de bifetisin. Di bin kavilan de bi hezaran mirov hene lê bi rehetî dibêjin ‘me kesek li derve nehiştiye û em nahêlin.’ We ew kes di binê kavilan de hiştin.”