ROJEVA 12'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-12 09:00:08   * Piştî karesata erdhejê ya li Bakur û Rojava, her çar parçeyên Kurdistanê gel seferber bû. Kurdistaniyên ku li her çar parçeyan dest bi kampanyayê kirin gotin: "Hêviya me ji gelê me ew e ku xwedî derketineke mezin çêbikin. Xwedî derketin erka Kurdistanî ye."    * Li herêmên erdhejê Mereş, Semsûr, Meletî, Amed, Riha, Dîlok, Hatay dê geşedanên tekildarî xebatên lêgerînê û rizgakirinê bên şopandin.    * ÎHD'a Şaxa Enqereyê dê li gel nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî bi armanca piştevaniya li herêmên erdhejê koordîne bikin dê li Komeleya Mulkiyeliler civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)