Li Mereşê piştî 6 rojan 8 kes ji bin kavilan bi saxî hatin derxistin 2023-02-12 09:00:14 MEREŞ – Li Mereşê piştî 135 saetan 3 kes û piştî 138 saetan jî 5 kesên din bi saxî ji bin kavilan hatin rizgarkirin.    Tîmên Wezareta Rewşên Lezgîn ên Kirgizistanê piştî 135 saetan, di encama xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Taxa Balllica ya Mereşê jineke 22 salî rizgar kirin. Her wiha madenvanên girêdayî Messesa Uzulmez a Saziya Komira Kevir (TTK) jî piştî 135 saetan zarokeke 6 salî û dayika wî ji bin kavilan rizgar kirin.    PIŞTÎ 138 SAETAN 5 KES HATIN RIZGARKIRIN    Her wiha welatiyê bi navê Abdulkerîm ê 67 salî jî piştî 138 saetan li Mereşê hate rizgarkirin. Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê di bin xerabeyên Apartmana Kîrazê de piştî 138 saetan welatiyên bi navên Celal Taşhan, hevjîna wî Yasemîn Taşhan û kurê wan Ensar Taşhan ji bin kavilan bi saxî derxistin û birin nexweşxaneyê. Li Îskenderûnê jî welatiyê bi navê Mûrat piştî 138 saetan ji bin kavilan bi saxî hate rizgarkirin.